Li navçeya Qereyazî ya Erziromê maşîneya leşkerî li zarokê 9 salî Yusuf Yilan qeliband û kuşt.
Li kolana Cumhuriyetê ya navçeya Qereyazî ya Erziromê maşîneya leşkerî ya akrep li zarokê 9 salî Yusuf Yilan qeliband û bi giranî birîndar kir. Yilan, piştî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Ezriromê. Lê Yilan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Şahidan diyar kir ku maşîneya leşkerî li ser sîng û serê Yusuf Yilan re derbas bû.