Mamosteyên dilsoz bi zarokên Sûrê re hatin ba hev

Bi hevkariya saziya pêşxistina jiyana çandî û civakî ya Anadolê (SKYGD) û gerînendeya çandê ya şaredariya Sûrê û bi tevlîbûna mamosteyên dilsoz, ji bo zarokên navçeya Sûrê çalakiyek hat lidarxistin.

Bi hevkariya saziya pêşxistina jiyana çandî û civakî ya Anadolê (SKYGD) û gerînendeya çandê ya şaredariya Sûrê û bi tevlîbûna mamosteyên dilsoz, ji bo zarokên navçeya Sûrê ya ku demeke dirêj di bin dorpêçkirinê de mabû çalakiyek hat lidarxistin.

Mamosteyên ku bi dilsozî tevlî vê xebatê bûn atolyaya çand û hunderê lidar xistin û paşê jî der barê tendirustiya diranan de perwerde dan zarokan.

Mamosteyên li pirtûkxaneya zarokên Sûrê ya taxa Melikahmet bi zarokan re civîn çêkirin û bala wan kişandin ser aliyên çand û hunderê.

Beriya niha jî gerînendehiya çand û hunerê ya şaredariya Sûrê xebatên çand û hunerê yên wekî wêne, boyaxkirina rûyan, boyaxkirina guldankan û çêkirina mozayikan pêşkêşî zarokên Sûrê kiribûn ku hinekî ji bin bandora şer derkevin û vegerin jiyana xwe ya asayî.

Piştî çalakiyan mamosteyan der barê tenduristiya diranan de agahî dan zarokan û ew perwerde kirin.

...