Malzemeyên çeteyan depo kiribûn hatin dîtin

HSD malzemeyên ku çeteyên DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El-Şam ji gundiyên Mêrîmîn bi gaspkirinê depo kiribûn derxistin holê.

HSD malzemeyên ku çeteyên DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El-Şam ji gundiyên Mêrîmîn bi gaspkirinê depo kiribûn derxistin holê.
ANHA destnîşan kir ku piştî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gundê Mêrîmîn yê girêdayî Efrînê ji çeteyên DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El-Şam azad kir, di encama xebatên lêgerîn lêkolînê yên yekîtiya hêzan de malzemeyên çeteyan gasp kiribûn derxistin holê. Di odeyeke mala serçeteyê Ehrar El-Şamê Ebû Mihemed El-Meryemîn de nasname, xurek, parçeyên wesayîtan, alavên elektronîk hatin dîtin.
Ji Fermandarên HSD Berxwedan Gabar diyar kir ku di gundê hatiyê rizgarkirin de gelek cebilxaneyên çeteyan desteser kirine. Gabar destnîşan kir ku alavên hatine desteserkirin aîdî emîrên çeteyên DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El-Şamê ne.
Gabar anî ziman ku çete ola Îslamê ji xwe re dikin amûr û malê gel talan dikin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Alavên li vir ji bo gelek armancan dikarin bên bikaranîn. Ji parçeyên wesayîtan bigirin heta alavên malê gelek tişt li vir depo kirine. Li Halep û derodra wê çiqas tişt hatibin dizîn, van çeteyan dizîne. Anîne û li gundê dagirkirine danîne. Di heman demê de van digirin û difiroşin. Ev ti têkîliyên xwe bi Îslam û şoreşê tinene. Ji derveyî xwînmijiyê ti karî nakin.”