Malên Piştgiriya Perwerdeya Zana jî hate girtin

Malên Piştgiriya Perwerdeya Zana jî hate girtin

Mala Zana ya Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya ya Dêrikê hate girtin.

Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên şaredariyên BDP'ê yek bi yek tên girtin. Hefteya borî piştî ku malên piştgiriya perwerdehiya Wêranşar Serêkaniyê û Qoserê hatin girtin, niha jî Mala Zana ya Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya ya Dêrikê hate girtin. Şaredariya Dêrikê di sala 2011'an de ji bo piştgiriyê bide malbatên zarokên xizan Mala Zana ya Piştgiriya Perwerdehiyê vekiribû.

Li vir jî rayedarên dewletê bi heman hinceta li dijî zagon û rêziknameyê tevgeriya ye biryara girtina mala perwerdehiyê da. Piştî biryar bigehije destê şaredariyê li bendê ye ku Mala Perwerdehiyê derî lê bê girtin.

Hefteya borî malên Qoser, Serêkaniyê û Wêranşarê jî bi heman hincetê hatibûn girtin.