Malbatên gerîla Êrîş û Andok ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Malbatên gerîla Êrîş û Andok ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Malbatên gerîlayên HPG’ê Cengîz Ozek û Ramazan Yildiz ku li dijî midûriyeta polîsan a Pinarbaşiyê çalakî lidar xistibûn li Amedê gihîştin hev û ber bi Enqerê ve bi rê ketin.

Malbatên gerîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) û Ramazan Yildiz (Andok Farqîn) ku 26'ê Gulanê li dijî midûriyeta polîsan a Pinarbaşiya Kayseriyê çalakî lidar xistibûn li Amedê gihîştin hev û ber bi Enqerê ve derketin rê.

Bavê gerîla Ozek, Nevzat Ozek, xalê wî Enver Bulut û nûnerên MEYA-DER'a Geverê bi 2 wesayîtan re hatin Amedê. Malbata Ozek li vê derê bi malbata Ramazan Yildiz û Rêvebirên MEYA-DER'a Amedê re gihîştin hev û ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.