Malbatên di grevê de ne: Di şexsê cenazeyên zarokên me de namerdiyê li Kurdan dikin

Dewleta Tirk a ku 48 roj in mirinê li jin, zarok, extiyar, ciwanan dibarîne, di heman demê de îşkenceyê li cenazeyan dike.

Malbatên ku ev 17 roj in ji bo rakirina cenazeyên zarokên xwe di greva birçîbûnê de ne, ji bo rakirina dorpêçiya li ser Sûrê bang kirin.

Bavê Îsa Oran Mehmet Oran diyar kir, ku navê şîdeta ku dewlet ev 48 roj in li jin, zarok û extiyaran dike ne şer e, qirkirin bi xwe ye û got, "Eger me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribin, sedema vê ew e ku ti rêyeke din nemaye. Bi vê çalakiyê re em dixwazin mirovên ku hînê ew rûyê gemarî û namerd ê AKP'ê nedîtine, bibînin. Li ti cihê cîhanê, bêhurmetî li miriyan nehatiye kirin. Di şerê demên berê de jî, mirovan hurmet nîşanî miriyên xwe dane. Lê belê dewlet vê hesasiyetê nîşan nade."

'BI BIKARANÎNA CENAEYÊN ME RE DIXWAZIN ME TESLÎM BIGIRIN'

Oran bang li gelê Kurd kir û got, "Em bi tenê vî tiştî ji gelê xwe dixwazin; Bibînin ku dewlet bi bahaneya xendek û îlana xwerêveberiyan re dixwaze destketiyên demokratîk ên gelê Kurd ji holê rake û gelê Kurd bîne ser çokan. Bi rojan e di şexsê cenazeyên zarokên me de ev bênamerdî li hemberî gelê Kurd tê kirin. Em jî vê yekê qebûl nakin. Em şahîd û dozdarên vê komkujiyê ne. Bi salan dewletê em weke bersûc darizand û xist girtîgehê. Îro em bi awayekî vekirî û zelal dibêjin, em ê li ser şopa şehîdên xwe têkoşîna xwe mezintir bikin."

'BIRYARA DMME SIYASÎ YE'

Kekê Mesût Sevîktek Îhsan Sevîktek bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku rakirina qedexeya derketina derve red kir û anî ziman ku ev biryar siyasî ye. Sevîktek got, "Ji ber biryara DMME ez matmayî nemam. Ji ber ku em baş dizanin ku dewletên emperyalîst di sedan salan e li Rojhilata Navîn didin dû rantê û berjewendiyên xwe. Ji ber vê yekê aşkere û li pêş çavan bû ku DMME wê biryareke siyasî bide."

Sevîktek da xuyakirin, ku eger Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke erênî bida, dibe ku bi dehan ciwanên îro li Kurdistanê hatine qetilkirin, jiyana xwe ji dest nedabûna.

'CENAZEYÊN XWE LI ERDÊ JÎ BIN, KURD WÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'

Sevîktek bibîr xist ku ev 27 roj in cenazeyên zarokên wan li erdê ne û got, "Dewleta Tirk bi bikaranîna cenazeyên me re dixwaze me bîne ser çokan...Kurdên roja me ya îro êdî cenazeyên xwe li erdê jî be, dizane ku îsyan bike û têbikoşe." Sevîktek anî ziman ku ew li Sûrê esnaf bû û di navbera cihê dikana wî û cihê birayê wî lê hat qetilkirin de sed metre jî tineye û got, "Hûn ê rabin van tiştan hemûyan bînin serê me û dûre mîna ku tiştek nebûye ji gel bixwaze ku serî bitewîne. Ev gel vê yekê ti carî qebûl nake."

'DAIŞ LI AMEDÊ YE'

Bavê Ramazan Ogut Mîthat Ogut bang li welatên di bin navê koalîsyonê de li Rojava ji hewayê êrîşî DAIŞ'ê dikin kir û got, "DAIŞ li Tirkiyeyê ye, li cihekî din li DAIŞ'ê negerin. Ji Deriyê Çiyê heta Balikçilarbaşi, li ser her kolanê çeteyên DAIŞ'ê hene. Piraniya wan ne Tirk in jî. Yên ku di bin navê tîmên Esedûllah de zarokên me qetil dikin, çeteyên DAIŞ'ê û cerdevan in."

'EGER PKK XWE BERDE NAVA BAJÊR...'

Ogut axaftinên Ahmet Davûtoglû yên li ser Sûrê bibîr xist û got, "Di destpêka berxwedanê de gotin di hundir de gelê sivîl heye. Piştî ku berxwedan mezin bû gotin, sivîl hîne, hemû terorîst in. Mebesta wan a ji 'terorîst' PKK ye û PKK'ê hînê xwe bernedaye nava bajêr. Eger PKK xwe berde nava bajêr, hêzên dewletê ne li Sûrê, nikare li ti devera Amedê bimîne. Qaşo wê ji sedî heyştê yê Sûrê bi dest xistine. Ez jî dixwazim bi zelalî vê bêjim; Hûn bi tenê bi gavekê jî bi pêş de neçûne. Hûn hînê li kolana roja destpêkê ne." Ogut bang li gelê Amedê kir û got, "Bila ti kes kes bêdeng nemîne. Ev têkoşîn û serketin a me hemûyan e. Pêwîste ji 7 heta 70 salî her kes beşdarî çalakiyên ji niha û pê ve bibin. Bila kes nebêje, eger ez tevlî nebim dibe. Bi coşa Newrozê em dakevin kolanan û bi şikandina dorpêçiyê re em serketina zarokên xwe pîroz bikin."

'ÊDÎ BES E, BILA ZAROK NEMIRIN'

Dayika Rozerîn Çûkûr Fahriye Çûkûr jî got, "Ne tenê li Sûrê, bila dorpêçî li Cizîr, Silopiya û Şirnexê jî were rakirin û jiyan li rewşa asayî vegere. Bila êdî zarok nemirin, dayik negirîn. Bila aştiyeke bi rûmet pêk were. Bang li her kesên hestyar ên li Tirkiye û Ewropayê dikim; vê pirsgirêkê êdî çareser bikin."

'DIVÊ DORPÊÇÎ TAVILÊ WERE ŞIKANDIN'

Dayika Îsa Oran Zaîde Oran anî ziman ku ji bo zarok nemirin ew ketine greva birçîbûnê û got, "Bila ti kes nebêje, ev bûyerên diqewimin bi serê min de nayê. Eger em îro li vir in, ji bo zarokên xwe û mirovên sivîl ên li hundir em li vir in." Oran ji bo hîn bêhtir mirov nemirin bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyan bibin û ji bo şikandina dorpêçiyê bi berpirsyarî rabin.

'EV AGIR WÊ WAN JÎ BIŞEWITÎNE'

Xwişka Mesût Sevîktek Guler Sevîktek jî got, "Rabin roj roja namûsê ye. Di rewşeke ku bombe li ser serê zarokên me, gelê me dibarin de hûn çawa dikarin bêdeng bimînin. Wijdanê we rehet e? Bila her kes rabe ser piyan û dorpêçiyê bişikîne. Ev komkujî wê heta kengî dewam bike? Yên li hemberî vê komkujiyê bêdeng in, divê bizanibin ku ev agir wê wan jî bişewitîne."

...