Malbatên 6 cerdevanên ji li Bedlîsê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, li nunertiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Bedlîsê civînek çapemeniyê li dar xistin û banga serbestberdana cerdevanan kirin. Malbatan ragihand ku ew êdî nabin aliyek ê şer û got ku ew nema êdî çekan didin destê xwe.
Di 18’ê gulana 2012 de gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Çeltîklî yê girêdayî navenda Bedlîsê rê kontrol kirin û di encama kontrola rê de keyayê gund ê cerdevan Arafat Melek û cerdevan Îlyas Demir, Davut Melek, Fesih Bodur, Sıddık Bodur ûBurhan Çapar girtin binçavan û piştre girtin. Malbatan serî li ÎHD’ê dan.
Ji xizmên cerdevanan Îdrîs Demîr, Abdullah Badûr, Cebbar Badûr û Huseyîn Mene, li nunertiya ÎHD’ê ya Bedlîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Nivîsa ji aliyê malbatan ve hatibû amadekirin, ji aliyê aktîvîstê mafê mirovan Hîkmet Fîdan ve hat xwendin û xwest ku xizmên wan serbest bên berdan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew nabin aliyê şerê ku 30 sal in li herêmê diqewime û gotin ku ew jidilî û samimiyeta xwe xwe nîşan bidin, wana çekên ku dewletê dane wana, radestê Fermandariya Cendirmeyan a Çeltîklîyê kirine.
Malbatan diyar kirin ku rayedarön dewletê dixwazin wer nîşan bidin ku operasyona ku bû sedem 15 gerîlayên jin têde jiyana xwe ji dest bidin, li bejahiya gundê Çeltîklî hatiye lidarxistin û got; “Divê beriya herî tiştê were zanîn ku qorûcuyên me yên gund beriya operasyonê biryar dan ku neçin operasyonê. Piştî wendahiyan, çapemeniyê û cihên fermî qorûcuyên me kirin hedef.”
Malbatan xwestin rêxistinên sivîl, rêxistinên pîşe û ode li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û destnîşan kirin ku ew ê nebin aliyek ê vî şerî. Malbatan gotin; “Heta niha tenê carekê jî rayedarek tenê jî bi fermî hevdîtin bi me re pêk neaniye. Em weke cerdevanên berê, nema êdî dibin aliyek ê şer. Em aşkere dikin ku em ê êdî tu carê çek nedin destê xwe. Emweke malbatên 6 cerdevanan hêvî dikin ku xizmên me serbest bên derdan û bigihin malbatên xwe. ”
Nunerê ÎHD’ya Bedlîsê Hasan Ceylan jî di daxuyaniya da de xwest ku divê ji bo rawestandina şer hewl bên dayîn. Ceylan got; “Ez li vir, li aliyekê bang li hêzên PKK’ê dikim ku kesên desteser kirine serbest berdin; li aliyeke din jî bang li hikûmeta AKP’ê dikim ku operasyonanên siyasî rawestîne û hevdîtinên Osloyê ji cihê ku lê maye, bide berddewamkirin.”