Malbatên cenazeyên xwe negirtine wê dest bi rojiya mirinê bikin

Malbatên li navçeya Sûr a Amedê zarokên wan ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin û 36 roj in di çalakiya nobedê de ne, dan xuyakirin ku piştî rakirina qedexeyê, eger cenazeyên wan neyê dayîn wê dest bi rojiya mirinê bikin.

Malbatên li navçeya Sûr a Amedê zarokên wan ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin û 36 roj in di çalakiya nobedê de ne, dan xuyakirin ku piştî rakirina qedexeyê, eger cenazeyên wan neyê dayîn wê dest bi rojiya mirinê bikin.

Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe yên li navçeya Sûr a Amedê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin, li Salona Resepsiyona Sumerparkê çalakiya xwe ya nobedê di roja 36. de didomîne. Bavê Rozerîn Çûkûr Mûstafa Çûkûr diyar kir ku tevî hemû hewldanan jî cenazeyên Turgay Girçek, Rozerin Çukur, Ramazan Oğut, Gunduz Akmeşe, Welat Bilen, Cihat Morgul, Mahmut Oruç, Hakan Arslan, Erhan Keskin û Erdal Tekin ên li Sûrê hatine qetilkirin, nikarîbûn bigirin, bi malbatan re axivîne, eger di nava hefteyekê de têkîldarî wergirtina cenazeyan ti pêşketin çênebe da xuyakirin ku wê dest bi rojiya mirinê bikin.

Çûkûr got nêzî du mehan e ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê hatine qetilkirin têdikoşin, diyar kir ku êdî hatina nuqteya dawî, wiha axivî: “Em jî di nav xwe de axivîn, her roj ji bo alîkariyê em ê biçin saziyekê. Eger ji vê jî encamek dernekeve, em ê dest bi rojiya mirinê bikin. Di nav vê hefteyê de têkîldarî wergirtina cenazeyan û rakirina dorpêçê pêşketinek çênebe, em ê dest bi rojiya mirinê bikin. Ne tenê malbat, wê xizmên me yên nêz jî tevlî rojiya mirinê bibin.”

Çûkûr destnîşan kir ku di dorpêça li Sûrê û qetlîamên çêbibin, yên bêdeng mane jî berpirs in, wiha bang li gelê Amedê kir: “Ez ji bo Amedê dibêjim, ev mirovên me wek a Cizîrê bi qetlîamekê re rû bi rû ne û her kesên ku nehestiyar jî tê de tiliya xwe heye. Bila rabin li zarokên xwe xwedî derkevin.”