Malbatên cenazeyên xwe negirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Malbatên cenazeyên gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG û YPJ’ê wernegirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên cenazeyên gerîlayên HPG’ê, şervanên YPG û YPJ’ê wernegirtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li ser biryara Desteya Wezîran û bi fermana Wezareta Hundir ku destûr nayê dayîn cenazeyên HPG û YPG/YPJ’yiyan derbasî Bakurê Kurdistanê bên kirin, malbatan nerazîbûn nîşan dan û li deriyê sînor çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Hevserokê Rêxistina DBP’a Şirnexê Salih Gulenç ê piştgirî da malbatan got ku heta cenazeyan werbigirin wê li ber deriyê sînor bin.