Malbatên ajokarên HPG’ê ew binçav kir serî li ÎHD’ê dan

Malbatên ajokarên HPG’ê ew binçav kir serî li ÎHD’ê dan

Malbatên 2 ajokarên ku ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve li ser rêya navbera Şirnex û navçeya wê Elkê hatin binçavkirin, ji bo alîkariyê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan.

Gerîlayên HPG’ê di 3'ê tîrmehê de li ser riya navbêra Şirnex û Elkê venêrîna nasnameyan kiribû û 2 kamyonan bi hinceta ji Tabura Jandarme ya Elkê re xîzê dikşandin şewitandin û 2 ajokarên kamyonê jî ligel xwe birin.

Birayê ajokar Şahabettîn Çîçek, Zeynel Abîdîn Çîçek ji bo her du ajokar serbest bên berdan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Çîçek, diyar kir ku birayê wî 4 sal berê ji Çewlikê çûye Navçeya Elkê û di şîrketekê de ajovakariya kamyonê dikir. Çîçek, da zanîn ku ew derbarê rewşa şîrketê de agahiya wî nîne lê birayê wî miroveke di halê xwe de bûye. Çîçek, anî ziman ku ji bo birayê wî serbest bê berdan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî anî ziman ku ji bo 2 ajokar serbest bên berdan, bang li HPG'ê kir.