Malbatên gêrîla Mehmet Vasif Çelîk û Yûnûs Mûtlû yên ku di pêvçûna li bejahiya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo cenazeyan bigirin dê sibê biçin Meletiyê.
Di 21'ê Adarê de li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê de pêvçûn derketibû û 5 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê gêrîlayan rakiribûn Meletiyê. Cenazeyên gêrîlayên Mehmet Vasif Çelîk (Dozger Amed) û Yûnûs Mûtlû (Tolhildan Urfa) yên li goristana bêkesan veşartibûn.
Malbatan ji bo cenazeyan hilbigirin dê sibê biçin Meletiyê. Heke malbat bikaribin cenazeyan bigirin, cenazeyê gêrîla Dozger dê li Gundê Karhidîcleyê ya Bîsmîla Amedê, cenazeyê gêrîla Tolhildan jî dê li Navçeya Wêranşara Rihayê were veşartin.
Hate zanîn ku, gêrîla Dozger yên ku dê li Bîsmîlê were veşartin, xwarziyê Hakan Koçer ê ku dema li Gundê Ûzûnsirta girêdayî Navçeya Gevera Colemêrgê de leşkeriyê dikir, bi awayekî bi gûman hatibû kuştin.