2 xizmên 10 kesên di 29’ê gulanê de ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve li Zozanê Korxanê yê Çiyayê Agiriyê hatin girtin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê da û xwestin ku xizmên wan bên berdan.
2 malbatên ji 10 kesên di 29’ê gulanê de ji aliyê gêrîlayan ve li Zozanê Korxanê ya Çiyayê Agiriyê hatin girtin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê da. Xizmên Endezyar Mehmet Tan û parêzer Serkan Gultekîn serî li ÎHD’ê dan xwestin ku xizmên wan serbest bên berdan. Piştî serlêdanê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Omer Işik axivî û diyar kir ku, malbat ji Bazîdê hatin Wanê û xwestin ku xizmên wan serbest bên berdan. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD’ê Omer Işik, Birayê Mehmet Tan Fahrettîn Tan, birayê Gultekînan Levent Gultekîn axivîn.
IŞIK: BILA LI HEREMÊ OPERASYON BÊN RAWESTANDIN
Işik, anî ziman ku Haci Gultekîn jî bi Tan û Gultekîn re li Zozana Korxanê ji aliyê gêrîlayan ve hate girtin. Işik, da zanîn ku ji 10 kesên hatin girtin tenê malbatên Tan û Gultekîn serî li wan da û xwest ku kesên girtî serbest bên berdan û wiha got: "Me serlêdanên malbatan girtin. Em jî bang li kesên eleqedar re bang dikin. Ji ber ku malbat aqubeta wan kesan nizanin travmayê dijîn. Pirsgirêkên wan hene. Heke mîlîtanên PKK'ê ew biribin em bang li wan dikin." Işik, bang li hikûmetê jî kir ku li herêmê operasyonan rawestînin.
'BILA RAYEDAR XWEDÎ LÊ DERKEVIN'
Piştî Işik birayê Gultekîn Levent Gultekîn axivî û diyar kir ku tu gumana ewlehiya biraya xwe nakêşîne û wiha got: "Dayik û bavê min pîrin ji ber vê yekê nikarin vê rewşê ragirin. Zarokên birayê min hene ew jî bi gumanin. Ji ber vê yekê em dixwazin birayê min serbest bê berdan." Birayê Mehmet Tan Fahrettîn Tan jî diyar kir ku birayê wî di bin banê Îdara Taybet a Bajêr de wek peywîrdarekî di xebitî. Tan, destnîşan kir ku ew bi awayekî zelal nizanin ev kes ji aliyê kê ve hatine desteser kirin û wiha got: "Di çi ewlehiyê daye em nizanin. Zarok wî hene, dayîk û bavê min her tim wî di fikirin. Em ji ewlehiya van bi gûmanin. Em dixwazin wan li tavilê berdin. Bila bigîhijin nav me. Banga min li rayedarane. Bila dest dirêjî vê pirsgirêkê bikin. dîsa ew kes vegerin nav me û bila xwedî lê derkevin."