Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Muzaffer Anuştekîn yê ku di pevçûna Gimgimê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi Amedê ve bi rê ket. Li bendêne ku cenaze îro li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.
Ji 3 gêrîlayên di 24'ê gulanê de li gundê Armutkaşiyê ya navçeya Gimgimê ya Mûşê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan Mercan Sevîm (Zîlan Rûken) li Sêrtê, Erhan Serhat li Panosê hatibûn definkirin. Cenazeyê gêrîla Muzaffer Anuştekîn (Kendal Amed) yê ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate wergirtin û ber bi Amedê ve derxistin rê. Cenazeyê Anuştekîn dê li Tesîsên Altindagê dê pêşwazîkirin û piştî wecîbeyên olî li bendênê ku li Goristana Yenîkoyê bê definkirin.