Malbatan lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin

Li Amedê nas û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin û parezerên mafê mirovan lêgerîna xwe ya adaletê domandin. Di çalakiyê de li aqûbeta Nazim Gulmez hate pirsîn ku 1994’an hatibû nebedîkirin. Çalakiya li Êlihê jî hate qedexekirin.

Endamên Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiyên xwe yên bi navê ‘’Bila kesên ku hatine nebedîkirin werin dîtin û kiryar werin darizandin’’ heftiya 406’an domandin.

Di çalakiyê de nas û xizmên kesên ku hatibûn nebedîkirin jî endamên ÎHD’ê û Dayikên Aştiyê amade bûn.
Serokê Şûbeya ÎHD’ê Racî Bilîcî di çalakiyê de got, ‘’Heta ku yek ji kiryarek bimîne jî têkoşîna me wê berdewam bbe û dayik, parêzvanên mafê mirovan wê dev ji edaletê neqerin’’

ÇÎROKA GULMEZ Ê 61 SALÎ HATE PARVEKIRIN

Endamê ÎHD’ê Hasan Yalin çîroka Nazim Gulmez (61) vegot, ku 15’ê Cotmeha 1994’an, leşkeran bi darê zorê li Xozata Dêrsimê, ji gundê Taşitliyê ew bir û careke dî agahî jê nehate standin. Yalçin diyar kir ku Gulmez bavê 9 zarokan bû û 13’ê Cotmeha 1994’an leşkerên girêdayî Tugaya Boluyê bi ser gundê Taşitli de girtin, mal dane berê gir, leşkeran bi zorê Gulmez bi xwe re birin da ku rêbertiyê ji wan re li eraziyê bike. Yalçin diyar kir piştî wê êdî hew agahî ji Gulmez hatiye.

LI ÊLEHÊ QEDEXE

Çalakiya nas û xizmên kesên ku hatine nebedîkirin û Şûbeya ÎHD’ê ya Êlihê her hefte dikir, hate qedexekirin. Rêveberên ÎHD’ê ji bo ku qedexe rabe, diyar kirin ku ew ê serî li dozgeriyê bidin.