BI DÎMEN

Malbata şervanê HPG’ê Koser Kurdistan hate ziyaretkirin

Malbata şervanê HPG’ê Koser Kurdistan ê ku di Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de şehîd ketibû hate ziyaretkirin.

Malbata Şervanê HPG’ê Koser Kurdistan (Ramîn Zendîpor) ê ku roja 14’ê Mijdarê di Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de şehîd ketibû, ji aliyê Tevgera Azadî, Tevgera Jinên Azad ê Kurdistan(RJAK), Komalên Ciwan û Komîteya Şehîdên PKK’ê ve hate ziyaretkirin.

Endamê Komîteya Şehîdên PKK ‘ê Mihemmed Gabar axivî û got, “Em di şexsê Şehit Koser Kurdîstan de hemû şehîdên Kurdîstanê bibîrtînin, soza xurtkirina têkoşînê wî didin.”

Li ser navê Tevgera Azadiyê jî Aso Mihemed axivî û wiha axivî: “Şehîd Koser ji bo Tolhildana Jinên Êzidî bigre canê xwe feda kir.Divê em vê peyama Şehîd Koser baş bixwînin. Li gor wê bersivê bidin êrîşên dijmin.”

Li ser navê malbatê jî Mamoste Çînor axivî û got, “Ez dewletên ku Kurdistan kirine 4 parçe şermezar û lenet dikim. Ez spasiya hemû kesên ku li vir amade bûne dikim.”

Cenazyeê Koser Kurdîstan ê ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdîstanê, roja 19’ê Mijdarê ji Şengalê birin Qendîlê piştre jî ji aliyê malbatê ve bi girseyekî mezin ve birin Kerkûkê û li goristana Leylan defin kirin.