Malbata Sayan ê ku hatî qetilkirin: Dengê me bibihîzin!
Malbata Ercan Sayan ê ku li Dêrikê hatî qetilkirin, bertekên tund nîşanî AKP’ê da. Ji bo li hember bêdengbûna raya giştî gotin: “Encax mirov ker be ku qêrîna gelê Kurd nebihîse.”
Malbata Ercan Sayan ê ku li Dêrikê hatî qetilkirin, bertekên tund nîşanî AKP’ê da. Ji bo li hember bêdengbûna raya giştî gotin: “Encax mirov ker be ku qêrîna gelê Kurd nebihîse.”
Alî Sayan ku bavê Ercan Sayan ê di 22’ê Sibatê li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, diyar kir ku dewleta Tirk di bin navê ‘Ewlekariyê’ de gelê Kurd di qetlîaman re derbas kir û ji dewletên Ewropa pirsa “Çima hûn bêdeng in?” kir.
Hikûmeta AKP’ ê bi mehan e li ser Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tîne û gelek bajar û navçe dorpêç kirine û welatiyên sivîl qetil dike. Di vê konsepta şer de Ercan Sayan, li ber deriyê mala xwe di roja 22’ê Sibatê li Taxa Kale ya navçeya Dêrik a Mêrdînê bi parçeya şerepnelê ya ku li bedena wî ket jiyana xwe ji dest da.
DAYIKA SAYAN: RÊ NEDAN KU KURÊ XWE WERGIRIM
Dayik Sevdet Sayan da xuyakirin ku tax ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin dorpêçkirin û Ercan di taxê de asê ma. Dayika Sayan wiha anî ziman: “ Ez di malê de bi awayekî emeliyatkirî raza bûm. Teqînekî mezin pêk hat. Hê me nizanîbû çi çê bû, hevserê min û kurê min gotin ji der ve şer pêk hat û divê em ji malê derkevin. Me xwe amade kir ku em derkevin, lê ji ber ku tax hatibûn dorpêçkirin, em di rêyên cuda re derketin. Ji ber dengê çekan, em di rêyên çiyayî re derketin û bi vî awayî em ji taxê derketin. Hema di wê navberê de Ercan ji me qut bû.”
Dayika Sayan diyar kir ku roja piştre bi keça xwe re ji bo Ercan bibînin vegeriyan taxê, lê rastî astengiya polîs û leşkerên Tirkan hatine û wiha got: “ Rê nehat dayîn ku em bikevin taxê, li ser wê, ji bo ez agahiyekê ji kurê xwe wergirim û bikevim taxê, ez bi telefonê li keyeyê Taxa Kale geriyam. Keye xalê min bû. Min ji xalê xwe Remezan re got; em ji taxê derketine, lê Ercan li taxê asê maye. Ti li gel qereqolê bipeyîvî ku bikevim taxê û rê bidin li kurê xwe bigerim. Xalê min çend caran bi telefonê li qereqolê geriya, lê qereqolê ti bersîv neda. Me dest jê berneda, ji bo em Ercan ji taxê derxin, me pir hewl da, lê ti necam negirt. Herî dawî agahiya mirina wî hat.”
‘PIR HEZ DIKIR KU MIROV BIKENIN’
Dayika Sayan got: “Kurê min li pêşiya deriyê malê ji 17 cihên laşê xwe hatibû gulekirin.” Sayan wiha axivî: “Li Dêrikê,qehwexane û tevahî kolan, hemû jî kurê min nas dikin. Tenê daxwazekî wî ew bû kû min û bavê xwe li pêşberî mirovan sernizm neke. Ji ber vê her tim kar dikir û em xwedî dikir. Ciwanekî pir fedekar bû. Kesên ku bihatiban deriyê malê, bi şûn de venedigerand, pêwîstiya kê bi pere hebûyan alîkarî dikir. Li hemberî bê mafiyê jî ti tehamûla wî tinebû. Henek dikirin û pir dixwest ku xelkê bikenîne û keyfxweş bike.”
LI HEMBER BÊDENGBÛNA RAYA GIŞTÎ BERTEK
Dayika Sayan li hember bêdengbûna raya giştî ya navneteweyî bertekên tund nîşan da û wiha got: “ Dewleta Tirk malên me talan dike, me li pêşiya malên me qetil dike. Ew têr nake, êşkence li cenazeyên me dikin. Ez bang li dewletên cîhanê û Ewropa dikim; qêrînên me bibihîsin! Zarokên ku li ber milên dayikan in, dema ku ji mal derdikevin, li ber singa dayikan tên qetilkirin, bav li pêşiya çavên zarokên xwe tên qetilkirin, kesên kal li pêşiya malên xwe tên kuştin. Çima hûn bêdeng in, ma hûn kor û ker in nabînin?”
XWARZÎ SAYAN: BI ÇEKAN GEF LÊ HAT KIRIN
Xwarzî Aysel Sayan diyar kir ku piştî qetilkirina xwarziyê xwe polîsan rê neda ku bikevin taxê û wiha anî ziman: “ Ez duh çûm mala xwe. Mal hatiye talankirin, alavên di malê de hatine şkandin û belavkirin. Piştre polîs ketin hundir, bi awayekî qîr gotin, ‘Ti li vir çi dikî, niha derkeve ji vir.” Rê neda ku ez deriyê mala xwe jî bigirim. Bi destê min girtin û ez avêtim derve û ji bo ez dûr bikevim, bi çekê hatin gefkirin. 4 malên me hene li taxê, rê neda ku ez bikevim yek ji wan malan jî.”
Xwişka Sayan Rûken Sayan jî bal kişand ku dewleta Tirk qetilkirina ciwanan berdewam dikin.
BAV SAYAN: MA HÛN KER IN!
Bav Alî sayan jî wiha got: “ Dewlet bi çi mafî malên gel talan dikin, dikanên wan dişewitînin, derî û şibakeyên wan dişkîne? Ji deh rojan zêdetir e em nikarin bikevin malên xwe. Em 4 malbat in; em nêzî 50 kesan in û li malên xizmên xwe dimînîn. Cîhan û Ewropa çima bêdeng in? Ma vê zilmê nabînin? Ma ew ker in? Ji bo nebihîstina qêrîna vî gelî, divê mirov ker bin. Eger ku nabihîsin, bila werin bibînin. Dewlet bi tankan, topan, panzêran û tîmên taybet êrîşî gelê ku aştiyê dixwaze dikin. Ruhê me êşa, bila ruhê kesekî din nêşe. Hikûmet dixwaze vî welatî ber bi kû ve bibe?”