Malbata Paksoy: Dewlet li benda mirina wî sekinî
Cenazeyê Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê di 14'ê Çileyê de bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû û 4 rojan hêzên dewletê nehiştin wî rakin nexweşxaneyê, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.
Cenazeyê Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê di 14'ê Çileyê de bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû û 4 rojan hêzên dewletê nehiştin wî rakin nexweşxaneyê, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin.
Cenazeyê Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê di 14'ê Çileyê de bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû û 4 rojan hêzên dewletê nehiştin wî rakin nexweşxaneyê, ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin. Kekê Paksoy Nadîr Paksoy diyar kir, ku dewlet li bendê bû birayê wî ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest bide.
Paksoy da xuyakirin, ku ciwanên berxwedana xwerêveberiyê garantî dane ku heta birîndar bê rakirin ew ê bi ti awayî guleyan neteqînin, lê belê hêzên dewletê ev qebûl nekirine. Nadîr Paksoy got, "Ez karker im, 9 neferan xwedî dikim. Dewletê birayê min kuşt, mala me şewitand. Têkiliya min a tekane ya bi vê dewletê re karta kesk e. Bila wê jî bigirin, ez naxwazim. Bila serê gelê Kurd, serê Kurdistanê sax be."
'DEWLETÊ DESTÛR NEDA'
Paksoy da xuyakirin, ku piştî ji wan re hat ragihandin birayê wî birîndar bûye, ew li Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz geriyane û got, "Saet di navbera 16:30-17:00 de agahî ji me re hat. Li ser vê yekê em li wekîlê me Faysal Sariyildiz geriyan. Hewl da ku ambûlans bê. Ambûlans hat. Lê belê destûr nedidan. Garantî nedidan. Wekîlê me bi emniyetê, bi rayedarên dewletê re axivî. Lê belê ti garantî nedan."
'BERXWEDÊRAN GARANTÎ DAN'
Paksoy da xuyakirin, ku ciwanên berxwedana xwerêveberiyê garantî dane ku heta birîndar bê rakirin ew ê bi ti awayî guleyan neteqînin, lê belê hêzên dewletê ev qebûl nekirine û got, "Yên li taxan garantî dan parlamenterê me ku ji vî alî ve wê bi ti awayî gule neyê teqandin. Wekîlê me jî bi rayedarên dewletê re axivî. Lê belê encamek jê negirt. Destûr nedan. Me got, em çend kesan bişînin bila werbigirin, lê destûr nedan. Dema me got wê ambûlans bi rê bikeve, bi zanebûn bi obus û tankan êrîşî wê herêmê kirin."
'DEMA AMBÛLANS BI RÊ KET, OBUS DIHATIN AVÊTIN'
Paksoy diyar kir ku ji bo ambûlans biçe herêmê Sariyildiz li Meclîsê jî geriya ye, lê belê encam negirtiye û anî ziman ku dewlet li bendê sekinî ku birayê wî li wir bimire. Paksoy ragihand ku dema ambûlans bi rê ketin, hêzên dewletê obus li herêmê barandin û got, "Saet di 04:00 de em hînê diaxivîn, lê me encam negirt. Piştî rojekê Faysal Sariyildiz li Meclîsê geriya, lê ji wir jî encamek negirt. Digotin ku cih ne diyar e. Dema ambûlans bi rê ketin, wan jî obus li wê herêmê barandin. Dixwestin ku li wê derê bimire."
SERÎ LI DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ HATIBÛ DAYÎN
Paksoy bibîr xist ku piştre wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û got, "Dema DMME biryar da, vana jî gotin ji xwe niha miriye û çûn li heman cihî rakirin. Polîs bi ambûlansê çû û ji wê nuqteyê rakirin. Berê digotin, 'em nizanin li ku derê ye'. Li nêzî cihê petrolê cenaze rakirin. Ji xwe xizmekî me jî li wir e. Ji xwe wî em pê hesand ku Huseyîn birîndar bûye. Ji me re got, ku ew li kolanê ye. Got, 'Ez jî nikarim wî rakim, hûn werin hewl bidin wî rakin'. Lê dewletê destûr neda. Dewletê dizanîbû ew zarok e. Eger anîbûya û tedawî bikira, ji xwe wê fêm bikira kî ye. Binêrin vaye li hundir, li morgê nasnameya wî li cem wî ye."
'EM Ê DEV JI DOZÊ BERNEDIN'
"Paksoy got, "Em ê dev ji vê dozê bernedin. Çi divê were kirin, em ê wê bikin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mafê jiyanê yê zarokekî hatiye binpêkirin. Zarokek e û sê rojan ji ber xwîn jê çû, jiyana xwe ji dest da. Cihê vê yekê li kîjan şerê cîhanê, di kîjan qanûnê de heye? Kesek vê qebûl nake. Her roj mirovan, zarokan, jinan dikujin. Mesela; duh jî li mala serxweşiyê xistin. Lê belê medya Tirk vê nabîne. Dema mesele Kurd be, dibêjin bila bimirin. Malên me xera dikin. Em li ser xaka xwe bûn muhacir."
'PIŞTÎ KU TE BIRAYÊ KUŞT, EZ ÇI BIKIM BI MALA TE'
Paksoy nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rejîma AKP'ê da, ku dibêjin 'e wê xisarên li herêman çareser bike' û wiha axivî: "Niha radibin dibêjin, 'em ê ji we re xaniyan çêbikin'. Piştî ku te birayê min kuşt, tu hezar malî çêbike, wê bi kêrî çi were? Ez çi bikim bi mala te. Mala me xera neke, ew besî me ye. Dibêjin, 'em ê xisarên çêbûye ji holê rakin'. Tu dikarî xisara madî ji holê rake, lê ya manewî tu yê çi pê bike?"
'BILA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DEST LI REWŞÊ WERDE'
Paksoy ji cîhanê xwest ku li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û got, "Bila êdî cîhan li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne. Bang li Neteweyên Yekbûyî dikim: Hûn ê hînê çiqasî bêdeng bin? Bila werin lêkolîn bikin. Eger em neheq bin bila bêjin 'hûn neheq in', ku em jî wê çaxê bêdeng bibin. Ez karkerek im, 9 neferan xwedî dikim. Dewletê birayê min kuşt, mala min xera kir. Têkiliya min a tekane ya bi vê dewletê re karta kesk e. Bila wê jî bigirin, ez naxwazim. Êdî bes e. Ez wan teslîmî Xwedê dikim. Bila serê gelê Kurd, serê Kurdistanê sax be."