Malbata Sezer Altundagê ku li navçeya Erxeniyê leşkerî dikir û hat îdîakirin ku pê li teqemeniyê kiriye û miriye, serî li Şaxa ÎHD'a Çewlikê da.
Cenazeyê Sezer Altundagê li navçeya Erxeniya Amedê leşkerî dikir bi îdîaya ku pê li teqemeniyê kiriye û miriye ji malbata wî re rêkiribûn. Bavê Altundag û du mamên wî jî diyar kirin ku, kurê wan bi guleya ku li eniya wî ketiye jiyana xwe jidest daye û serî li Şaxa ÎHD'a Çewlikê da. Bavê Altundag Mehmet Alî Altundag got;
"Kurê min Sezer piştî ku yekîneya xwe ya destpêkê li Ispartayê xilas kir wekî leşker rêkirin navçeya Erxeniya Amedê. Nêzî 50 roj beriya niha derbasî Erxeniyê bû. Ji roja ku çûye Erxeniyê heta niha rastî heqaretan dihat. Herî dawiyê di 1'ê Tîrmehê de min bi telefonê pê re axivî. Di telefonê de jî ji min re got; heqaretan li wî dikin, ew jî nikare vê yekê rake. Tu tengasiyên wî nebûn, me her tim hevdîtin pêk dianîn."
Altundag anî ziman ku, rayedareke leşkerî di 4'ê Tîrmehê de hat hatiye navnîşana wan ya Stenbolê û ji cîranê wan re gotiye ku kurê wan jiyana xwe jidest daye û wiha axivî: "Di 5'ê Tîrmehê de jî cenaze anîn gundê me yê Çewlikê. Tu merasim çênekirin. Piştî ku cenaze ji helîkopterê daxistin bêy ku bi me re hevdîtinê pêk bînin çûn. Piştre ez çûm girê Sancakê û bi rayedareke leşkerî re hevdîtin pêk anî. Ji min re got; 'qasî ku min bihîstiye ji ber keçikekê jiyana xwe jidest daye.' Tu rewşên kurê min yên bi vî rengî tune bûn. Heke hebûya teqez dê agahiya xuşka wî ji vê yekê hebûya. Mirina kurê min bigûmane. Li eniya wî şopa guleyekê hebû. Li hemberî vê rewşa bigûman em alîkariya hiqûqî dixwazin." Altundagê ku serî li şaxa ÎHD'ê dayî dê biçe yekîneya kurê xwe ya Erxeniyê û cihê jiyana xwe jidest daye bibîne."