Malbata leşkerê ji aliyê gêrîlayan ve hatî binçavkirî serî li ÎHD'ê da

Malbata leşkerê ji aliyê gêrîlayan ve hatî binçavkirî serî li ÎHD'ê da

Malbata leşkerê bi navê Alî Sabanciyê 6'ê Hezîranê li ser riya Amed-Çewlikê ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hat binçavkirin serî li Komeleya Mafên Mirovan da.

Malbata leşkerê bi navê Alî Sabanciyê 6'ê Hezîranê li ser riya Amed-Çewlikê ji aliyê gêrîlayan ve hat binçavkirin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê da. Bavê Sabanci û meta wî ji bo Alî Sabanci bê berdan alîkarî ji ÎHD'ê xwestin. Piştî serlêdanê Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî da û diyar kir ku, ji bo kesên ji aliyê HPG'ê ve hatine binçavkirin serbest bên berdan dewlet û hikûmet tiştekî nakin. Bîlîcî da zanîn ku, ew her tim bang dikin û bibîr xist ku Îsraîlê jî ji bo leşkerekê wî bê berdan hezar kes serbest berdaye.

Bîlîcî anî ziman ku, rêxistinên saziyên sivîl, hikûmet, dewlet û raya giştî ji bo kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan divê bang bikin, lê ev yek pêk nayê, lewma bangawazî yekalî dimînin.

'LI VÎ WELATÎ JIYANA MIROVAN ERZAN BÛYE'

Bîlîcî destnîşan kir ku ji bo Serokê AKP'a Pasurê Veysel Çelîk serbest bê berdan wan beriya niha jî bang kiriye û wiha axivî: "Lê wisa xuya dike ku li vî welatî jiyana mirovan gelekî erzan bûye, binirx nayê dîtin. Ev yek jî me dixe nava fikaran. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin ev pirsgirêk jî rû didin. Lewma beriya her tiştî divê operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin. Me ji bo kesên ji aliyê HPG'ê ve hatine binçavkirin serbest bên berdan heyet ava kirin. Tevî hemû tiştî jî em dê xebatên xilaskirina van kesan bikin. Em baş dizanin ku dê doz li me vekin.