Malbata gerîlayê HPG’ê Siyamend Turfent ê di şerê li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze wergirin çûn Meletiyê, di têketina Wanê de bi awayekî kêfî hatin binçavkirin. 3 kes piştî karên li emniyetê serbest hatin berdan.
Malbata gerîlayê HPG’ê Siyamend Turfent ê di şerê li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyî wî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dihat ragirtin, ji bo cenaze teşxîs bikin ji Geverê ber bi Meletiyê ketin rê, lê di têketina Wanê de ji aliyê polîsên Tirk ve hatin rawestandin. Bi hinceta ku der heqê wan de “îxbar” heye, apên gerîlayê HPG’ê, Riza Turfent (70) û Arîf Turfent (67) û xizmên wan Tayyar Anûş ji aliyê polîsan hatin binçavkirin.
Her 3 kesên ku li wesayîtên zirxî siwar kirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr û dest danîn ser wesayîta wan. 3 kesên ku 2 saetan li emniyetê hatin rawestandin, serbest hatin berdan.