Malbata gerîla Zîlan çû Meletiyê

Malbata gerîla Zîlan çû Meletiyê

Malbata gerîlaya HPG’ê Mercan Sevîm (Zilan Ruken) ku li Dêrsimê di operasyonê de li gel 2 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da ji bo cenazê keça xwe bigire çûn Meletiyê.

Di 22'ê gulanê de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê pevçûn rû dabû û 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata gerîla Sevim (Zîlan Ruken) ji bo cenazeyê keça xwe werbigirin ji Sêrtê çûn Meletiyê. Malbat piştî ku serî li dozgeriyê bidin û cenaze nas bikin dê cenazeyê keça xwe wergirin û li Sêrtê bispêrin axê.