Malbata gerîla Serheta ji bo wergirtina cenaze çû Meletiyê

Malbata gerîla Serheta ji bo wergirtina cenaze çû Meletiyê

Malbata gerîlayê HPG'ê Erhan Serhat ku kurê wan li navçeya Gimgima Mûşê di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû ji bo cenazeye kurê xwe werbigirin çûn Meletiyê.

Çend roj berê li gundê Tanzîkê yê navçeya Gimgima Mûşê operayon derketibû û di operasyonê de 3 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî hate hînbûn yek jê gerîla Erhan Serhat e malbat ketin nava hewldanan. Malbata gerîla Serhat ku kurê wan di operasyonê de jiyana xwe ji dest da ji bo cenazeye kurê xwe wergirin çûn Meletiyê.

Malbat piştî serî li dozgeriyê bidin û cenazeyê kurê xwe nas bikin, dê cenazeyê kurê xwe wergirin û vegerin gundê Gençalîya Navçeya Patnosa Agiriyê.