Malbata gêrîla Mîrzayî serî li ÎHD'ê da

Malbata gêrîla Mîrzayî serî li ÎHD'ê da

Malbata gêrîla Yasîn Mîrzayî yê di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê ya di 14'ê Hezîranê de jiyana xwe jidest dabû ji bo cenazeyê xwe bigire serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Wanê da.

Malbata gêrîlayê HPG’ê Yasîn Mîrzayiyê yê di pevçûna li bejahiya Hezexa Şirnexê ya di 14'yê Hezîranê de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe jidest dabû ji bo cenazeyê kurê xwe bigire ji bajarê Xoya Îranê hat Wanê û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Wanê da. Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Omer Işik diyar kir ku, malbat ji Îranê hatiye û serî li wan daye. Işik diyar kir ku, ew dê di warê hiqûqî de piştgirî bidin malbatê.

Bavê gêrîla Mîrzayî Sevdîn Mîrzayî jî diyar kir ku, ew ji piştî nîvro û pê de tu agahî ji kurê xwe negirtine, li ser agahiya leşkerên Îranê ji bo aqûbeta kurê xwe bipirsin hatine Tirkiyeyê. Mîrzayî da zanîn ku Îran cenazeyan qebûl nake û anî ziman ku, leşkerên Îranê jê re gotine cenaze neynin Îranê. Mîrzayî diyar kir ku, ji ber dijminiya Îranê ya li hemberî gelê Kurd Îran cenazeyan qebûl nake.

Malbat ji bo cenaze bipirse ber bi Meletiyê ve birê ket. Malbat li Meletiyê dê biçe morga saziya edlî tibê û serî lê bide.