Malbata gerîlayê HPG’yê Çetîn Kirmizi (Nasir Cîhan) ku di 9’ê hezîranê de li navçeya Giyadîna Agiriyê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Trabzonê.
Malbata gerîlayê HPG’ê Çetîn Kirmizi (Nasir Cîhan) ku di 9’ê hezîranê de li navçeya Giyadîna Agiriyê di operasyonê de li gel hevalê xwe jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyên kurê xwe wergirin çûn Trabzonê. Piştî nasnama Kirmizi hate aşkere kirin, malbata Kirmizi li gel Serokê Şaxa MEYA-DER’ê ya Wanê Îbrahîm Alkan çûn Trabzonê. Malbat ji bo cenazê kurê xwe hilde dê sibê serî li dozgeriyê û Tiba Edlî bidin.