Malbata gêrîla HPG'ê Abdulrezak Gungor (Heqî Herekol) ku li gundê Eskî Erûhê yê navçeya Diha Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû ji bo cenazeye kurê xwe wergirin hatin Sêrtê.
Di 2'ê Tebaxê de li Gundê Eskî Erûhê yê navçeya Dihê ya Sêrtê pevçûn derket û di pevçûnê de endamê HPG'ê Abdulrezak Gungor ( Heqî Herekol) û hevalekî xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata gêrîla Heqî Herekol ku li gundê Eskî Erûhê yê navçeya Diha Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû ji bo cenazeye kurê xwe wergirin hatin Sêrtê.
Li bendê ye malbat piştî serî li dozgeriyê bidin biçin serî li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê bidin û teşhîsa cenaze bikin. Li bendê ye ku piştî malbatê cenazeyê kurê xwe wergirtin, dê li Sêrtê defin bikin.