Malbata gêrîla Êrîş ber bi Enqereyê ve bi rê ket

Malbata gêrîla Êrîş ber bi Enqereyê ve bi rê ket

Malbata gêrîlayê HPG'ê Cengîz Ozek yê ku di êrîşa li dijî Midûriyeta Polîsan ya Pinarbaşiyê de jiyana xwe ji dest da ber bi Enqereyê ve bi rê ket.

Malbata gêrîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) yê ku di 26'ê gulanê de di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan ya Pinarbaşiyê ya Qeyseriyê de jiyana xwe ji dest da ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi Enqereyê ve derket rê. Serê sibê bavê gêrîla Êrîş Nevzat Ozek, xalê wî Enver Bulut û nûnerên MEYA-DER'ê yên Geverê bi 2 wesayîtan dê bên Amedê û bi malbata gêrîla Ramazan Yildiz (Andok Farqîn) yê ku di heman çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan bû dê ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin.

Piştî nasnameya gêrîlayên HPG'ê hate aşkerakirin Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Rûstem Demîr, Wekîlê Şaredarê Geverê Reşît Orbey, Wekîlê Şaredarê Bajêrgeh Tacettîn Sefali, nûnerên MEYA-DER'ê yên Geverê û gelek welatiyan malbata Ozek ziyaret kirin.