Malbata gerîlayê HPG'ê Hasan Algor ê li navçeya Miksê ya Wanê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin çûn Meletiyê.
Malbata gerîlayê HPG'ê Hasan Algor (Dijwar Silopi) ê di 6'ê Tîrmehê de li navçeya Miksê ya Wanê jiyana xwe ji dest da û ji Sîlopiya Şirnexê ye, ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiyê. Bavê gerîla Algor Huseyin Algor serî li dozgeriya Meletiyê dabû û pişt re fêr bibû ku kurê wî li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatiye definkirin.
Algor, piştî ku fêr bû kurê wî li Goristana Bêkesan hatiye definkirin û encama testa DNA'yê diyar bû, ji bo cenazeyê kurê xwe ji Meletiyê bigirin ji Şirnexê çû Meletiyê. Bav Algor û rêveberên MEYA-DER'ê piştî cenaze wergirin dê li Sîlopiyê bi girseyî defin bikin.