Malbata gêrîlayê HPG’ê Ramazan Ceylan (Rizgar) ku di sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlikê de jiyana xwe ji dest da bû, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin çû Meletiyê.
Di 13'ê gulanê de li sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlîkê operasyonek fireh pêk hat û di operasyonê de gêrîlayê HPG'ê Ramazan Ceylan (Rızgar) jiyana xwe ji dest da. Malbata Ceylan piştî agahî girtin ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çû Meletiyê. Malbat piştî serî li dozgeriyê bidin û cenazeyê kurê xwe wergirtin dê cenaze li navçeya Lîce ya Amedê defin bikin.