Malbat lêgerîna xwe ya edaletê didomînin

Xizmên windayan û ÎHD’ê di çalakiyên hefteyî yên li bajarên wekî Amed, Îzmîr, Gever û Cizîrê pêk anîn li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer û rayedarên dewletê yên wê demê bên darizandin.

Xizmên windayan û ÎHD’ê di çalakiyên hefteyî yên li bajarên wekî Amed, Îzmîr, Gever û Cizîrê pêk anîn li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer û rayedarên dewletê yên wê demê bên darizandin.

AMED

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 335'an bi pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Parka Koşuyolê li dar xistin. Di çalakiyê de pankartê "Albûma Şehîdan" hat vekirin. Malbata Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê ku di sala 1991'ê de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û qetilkirin tevlî çalakiyê bû. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî destpêkê Vedat Aydin bi bîr anî û got ku Aydin heta roja ku hat qetilkirin ji bo gelê xwe têdikoşiya. Bîlîcî da zanîn ku têkoşîna di nava şert û mercên zehmet de hat meşandin îro rê nîşanî wan dide û anî ziman ku heta hemû kujerên windayan bên cezakirin têkoşîna wan wê bidome.

Birayê Aydin Veysî Aydin jî axivî û got ku ji bo pêşiya berxwedêran bigirin komkujî pêk anîn û ev tişt anî ziman: "Polîtîkaya Tirkiyeyê bi berfirehî tê meşandin. Bi organîzasyonên ku hemû rayedarên dewletê di nav de ne rewşenbîrên gelê Kurd hatin qetil kirin. Heta ku em hesabê vê komkujiyê ji berpirsyaran bipirsin wê ev têkoşîna me bênavber bidome."

Piştî axaftinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

ÎZMÎR

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteyî bi daxwaza kujer bên darizandin her hefte li dar dixin vê hefteyê jî li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Endamê Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Îzmîrê Îbrahîm Hanîzcî di çalakiyê de axivî û got ku li gel kujer diyar in jî nayên darizandin û xwest ku kujerên windayan bên darizandin.

Hanîzcî çîroka windakirina Ahmet Yaman ê ku di 1'ê Tîrmeha 1995'an de li Qilebana Şirnexê li ser gazîkirinê çû Fermandariya Jendermeyan a Qilebanê û ji wê rojê şûnde venegeriya vegot. Hanîzcî anî ziman ku li ser îfadeya kesekî ku digot Ahmet li qereqola Jendermeyan dîtiye dayika wî Dûrî Yaman di 11'ê Tîrmehê de bi daxwaznameyê serî li dozgeriyê da. Hanîzcî bilêv kir ku bi îdiaya delîl kêm in di 18'ê Adara 1996'an de serlêdana Yaman hat red kirin. Hanîzcî derbirî ku Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel, Serokwezîra wê demê Tansu Çîller, Wezîrê Karê Hundir ê wê demê Nahît Menteş, Serfermadarê Giştî yê Artêşê yê wê demê Îsmaîl Hakki Karadayi, Fermandarê Giştî yê Jendermeyan ê wê demê Aydin Îlter, Waliyê OHAL'ê yê wê demê Unal Erkan û Sekreterê MGK'ê yê wê demê Dogan Bayazit berpirsyarê windakirina Yaman in.

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk anî.

GEVER

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di çalakiya 67'an de li Kuçeya Hunerê ya Geverê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka welatiyên bi navê Mahîr Duşunmez û Mehmet Işik ên di 11'ê Tîrmeha 1994'an de ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin vegot. Neviyê Işik Bahar Dogan çîroka qetilkirina kalê xwe vegot. Dogan diyar kir ku Duşunmez û Işik di lêgerîna ser rê de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin rawestandin û bi îşkenceyê hatin qetil kirin. Dogan da zanîn ku li ser rê bi qabloyên ji ceryanê kişandibûn îşkence li wan kirin û got ku ji ber vê îşkenceya xedar Duşunmez û Işik di rê de jiyana xwe ji dest da. Dogan xwest ku kujerên kalê wê û Duşunmez bên dîtin û ceza kirin.

Piştî axaftinê 5 qexeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.

CIZÎR

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayiya ji bo aqûbeta kesên hatine winda kirin bipirsin li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Rêveberê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Veysî Durgut çîroka astengdarê bi navê Adil Olmez ê di sala 1994'an de hat windakirin vegot û Durgut destnîşan kir ku Olmez bi zorê li wesayîta Torosê kirin û windakirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmê windayan ji bo aqûbeta kesên ji aliyê JİTEM'ê ve hatine winda kirin û qetil kirin bi pirsin di hefteya 342'emîn de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Dayikan pankarta "Albuma Şehîdan" li qadê vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin rakirin. Di çalakiya vê hefteyê de saziyên weke ÎHD, MEYA-DER, TUHAD-FED, KURDÎ-DER, Komaleya Alimên Botanê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî amade bûn.

'POLÎSAN ÎŞKENCE LÊ KIRIN'

Rêveberê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Veysî Durgut çîroka Adil Olmez ê di sala 1994'an de hat windakirin vegot. Durgut diyar kir ku Olmez astengdar bû cilên Kurdî li xwe dikir. û herdem di nava sûkê de digot ez Kurd im. Durgut da zanîn ku Olmez çend caran ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û îşkenceya xedar lê kiribûn. Durgut destnîşan kir ku piştî îşkenceyê rewşa derûniya Olmez xirabtir bû û kekê wî Mustafa Olmez ew biriye Nexweşxaneya Derûniyê ya Elezîzê. Durgut ev tişt anî ziman: "Piştî 3 mehan Mustafa Olmez diçe ku birayê xwe ji nexweşxaneyê derxe lê rayedar dibêjin birayê te çûye. Mustafa Olmez di vegera Cizîrê û ji birayê xwe dipirse welatiyên li sûkê esnafiyê dikin dibêjin wesayitek Toros birayê te bi zorî siwar kiriye û ew biriye."

'DAVUTOGLU ÇIMA NAYÊ CEM DAYIKÊN ŞEMIYÊ'

Piştî Durgut nûnerê Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Abdulkerîm Pusat axivî û diyar kir ku Serokwezir Ahmet Davutoglu ji ber qetlîama Srebrenîtsayê daxuyaniyê dide çima ji ber qetliamên salên 90'î daxuyaniyê nade. Pusat destnîşan kir ku Davutoglu diçe serdana kesên di qetlîama Srebrenîtsanê de xizmên xwe windakirine çima nayê cem Dayikên Şemiyê. Pusat bertek nîşanî erîşên leşkerên li hemberî parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu dan û da zanîn ku ev êrîş li hemberî hemû kesên dengê xwe dane Encu hatiye kirin.

Piştî axaftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.