Mahmûd Osman: Banga yekîtiya neteweyî ya Kongra Gel gelekî girîng e
Mahmûd Osman da xuyakirin, kongreya neteweyî êdî zarûriyeteke û destnîşan kir, banga Kongra Gel a di vî warî de gelekî hêja ye, lewma divê bersiv jê re bê dayîn.
Mahmûd Osman da xuyakirin, kongreya neteweyî êdî zarûriyeteke û destnîşan kir, banga Kongra Gel a di vî warî de gelekî hêja ye, lewma divê bersiv jê re bê dayîn.
Siyasetmedarê xwedî tecrûbe yê ji Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman diyar kir, 'Banga Yekîtiya Neteweyî' ya di Encamnameya 10. civîna Civata Giştî ya Kongra Gel de hat kirin, gelekî girîng e. Osman got, "Pêwîste derhal kongreyek bê lidarxistin. Eger Kurd nikaribin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, wê xeteriyên gelekî cidî derkeve pêşiya wan."
Osman ji ANF'ê re axivî û anî ziman, dewletên Tirk û Îranê astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî ya Kurd in. Osman destnîşan kir, hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo bi Esad re li hev bike jî, li ser bingeha dijberiya li Kurdan tên kirin û got, "Mejiyê Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê yek e û ev hêz îro li eniyeke dij bi Kurd cih digirin. Ya îro diqewime jî ev e. Eger Kurd ji aliyê neteweyî ve nebin yek, wê xeteriyên gelekî cidî derkevin pêşiya wan."
TÊKOŞÎNA LI SER BINGEHA YEKÎTIYÊ ÊDÎ ZARÛRIYETEK E
Mahmûd Osman diyar kir, têkoşîna bi tena serê xwe ya rêxistin an jî partiyekê, nikarin bibin bersiv ji pêdiviyên serdemî û dîrokî re û got, "Lewma divê hêzên Kurd derhal li hev bicivin. Ev êdî zarûriyetek e. Divê em ji bîr nekin, ev dewlet ne tenê dijminê partiyek du partiyan an jî rêxistinan e. Ev dewlet, Kurdan weke dijminê xwe dibînin. Çawa ku ew li hev dicivin û tifaqa dij bi Kurd ava dikin, pêwîste Kurd jî ji bo azadiya xwe li hev bicivin."