Ma vê carê jî qeza ye?

Ma vê carê jî qeza ye?

Artêşa tirk îdia kiribû ku li navçeya Gever a Colemêrgê rojek berê bi S-70 Tîpa Skorsky qeza kiriye. HPG’ê jî daxuyanî da û diyar kir ku helîkoptera Skorsky li çoltera Geverê, li qadên Serengê, Şehîd Serdar, Şatuxa û Glord a herêma Geliyê Doskî di dema operasyonê de ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.

Di hejmarên wedayan jî nakokî hene. Ji aliyê artêşa tirk ve daxuyanî hate dayîn û hate îdiakirin ku 5 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûn. HPG’ê jî diyar ki ku 8 leşker mirine û 7 jî birîndar bûne.

QEZAYA DUYEMÎN!

Daxuayniyên artêşa tirk yên bi nakok bi vê jî ne sînordar e. Heman rojê yanî roja 19’ê hezîranê gerîlayên HPG’ê di bi navê ‘operasyona şoreşger de’ çalakiya fedayî pêk anî Qereqola Şîtazîn bû hedef û piştî vê nûçeya ‘di encama qezayê teqînê de leşkerek mir û 15 leşker jî birîndar bûn’ belav bû.

HPG’ê der barê vê nûçeyê de jî daxuyanî da û diyar kir ku ev ne qezaye û got ku ev di encama pevçûneke di navbera Gerîla û Yekineyên Tirk de pêk hatiye. HPG’ê da zanîn ku ev nûçe derew e û 3 leşker mirine 15 jî birîndar bûne.

Di di 18’ê tîrmehê de li navçey Payîzava ya Wanê di encama pevçûnekê de lig orî agahiyên HPG’ê 5 leşker, û ligorî artêş atirk jî leşkerek miriye. Lê balkêş e ev bûyer jî bi du bûyerên di re di heman rojê de pêk hatiye . Di vê pevçûnê de 2 leşker mirin.

EV NE YA CARA PÊŞÎ YE

Artêşa Tirk di 21’ê sibata 25008’an de qadên Parastina Medya û li herêma Zapê operasyona bejayî dabû destpêkirin. Helîkopterek tîpa kobra ji aliyê gerîlayan ve hatibû xistin û artêşa tirk ev qebûl nekir. Lê HPG’ê dîmenê xistina helîkopterê weşand.

ENCAM TÊN VEŞARTIN

Artêşa tirk û hikûmeta AKP’ê di seferên xwe dene serkeftî ne. Gursel Tekîn yên CHP’ê wiha gotibû: “Artêşa tirk wendahiyê xwe vedişêre.”

XWEKUŞTINÊN LEŞKERAN

Gelek caran dewleta tirk leşkerên xwe wekî ku bi qezayê an jî wekî ku terorîst dîtine kuştine. Artêşa tirk di warê mirinên encama qezayê de sîcîla wan gelek xerab e.

Her wiha bûyerên xwekuştinê. Îstîtastîka li ser malpera ‘askerhaklari.com’ de gelek balkêş e. Di sala 2012’an de di mehên çile-sibat û adarê de tê gotin 21 leşkeran xwe kuştine.

Gelo rastiya xistina helîkopteran çi ye?

Artêşa tirk bi taybetî li qada çiya kanalên teqwiyeyê yên hewayî dixwaze vebike. Ev jî dibe sedem ku Gerîla van kanalan hedef bigire. Di meha hezîranê de 4 helîkopter ketin û rojek berê jî skorskyek xistin.

Li aliyê din jî artêşa tirk li gel ku xwedî teknîknîkek mezin û rêxistina leşkerî ya taybete jî li qadên ku giraniyê dide darbeyê digire. Her wiha artêşa tirk encamên şer veşêr dide. Heta ku ji destên tên encamên şer di rayagiştî de nabêjin.