Li Xurmatuyê kampanyaya alîkariyê didome
Xelkê bajarokê Xurmatu 4 roj in ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 121 milyon dînar kom kirine.
Xelkê bajarokê Xurmatu 4 roj in ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 121 milyon dînar kom kirine.
Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi dirûşmeya ‘Ji Xurmatu heya Rojava’ xelkê bajarokê Xurmatu ya ser bi parêzgeha Selahedîn 4 roj in ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê dane destpêkirin.
Li gorî agahiyan xelkê Xurmatu di nava 4 rojan de heya niha 121 milyon û 475 hezar dînarê Iraqê ji bo Rojavayê Kurdistanê kom kirine. Kampanya dewam dike.