Hat ragihandin ku, li dijî leşkerên çûne bejahiya Xozatê operasyonê biroket û çekên lûle dirêj êrîş pêkhatiye.
Roja borî di 12’mîn kîlometreya di navbera Dêrsim û navçeya Xozatê de, di dema derbazbûna karwana leşkerî ya aydî 4’mîn Tûgaya Komandoyê de teqemeniya danîne li ser rê bi komandoyê hate teqandin. Hat diyarkirin ku, di teqînê de mirî yan jî birîndar çênebûne, leşkerên ku di demjimêrên sibehê de li herêma teqîne çêbûyî operasyon da destpêkirin, rastî êrîşa biroket û çekên lûle dirêj hatin. Pevçûna ku qasî 30 deqîqeyan dom kir, helîkopteran herêma daristanî da ber bombeyan. Di encama bombebaranê de agir bi daristanê ket, hat ragihandin ku mudaxeleyî agir nehate kirin.
Hat diyarkirin ku, operasyona bipiştgiriya hewayî didome.