Li Xarpêtê li dijî trena leşkerî çalakiya sabotajê

Li Xarpêtê li dijî trena leşkerî çalakiya sabotajê

Li navçeya Palo ya Xarpêtê li dijî trena barhilgirtinê çalakiyek sabotajê pêk hat, di encamê de 5 vagon ji rê derketin. Hat ragihdin ku di bûyerê de tu kuştî an jî birîndar çênebûne.

Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Xarpêtê (Elezîz) ve hat dayîn, bûyer îro demjimêr di 15.45 de qewimî. Trena ji Tetwanê diçû Paloyê li rastî çalakiya teqînekê hat. Di encamê de ji 36 vagonan 5 vagon ji rê derketin. Hat ragihandin ku di encama bûyerê de kuştî an jî birîndar çênebûne.