Nasnameyên bi dehan cenazeyên ji jêrzemînên li Cizîrê hatin derxistin, hînê nehatine tespîtkirin. Malbat hewl didin ji wêneyên bedenên parçekirî zarokên xwe tespît bikin. Ev yek ji bo wan bûye îşkenceyek.
Li depoya hewaya sar a li Deriyê Sînor ê Xabûrê 62 cenaze hene. Ji van cenazeyan heta niha bi tenê 11 ji wan radestî malbatan hatine kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan ê li Xabûrê ye got, "Malbat hewl didin ji wêneyan zarokên xwe teşxîs bikin. Lê belê ev veguheriye îşkenceyê. Mirovên di komkujiyê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane, niha rastî îşkenceya prosedurê tên."
Atalan anî ziman, ku malbat ji bo tespîtkirina nasnameyan neçar dimînin biçin Mêrdîn, Riha, Dîlok û Şirnexê û got, "Niha hatine Xabûrê. Lê belê, li şûna ku ev kar bê hêsankirin, hîn bêhtir tê girankirin."
Atalan xwest dawî li îşkenceya teşxîskirina nasnameyan bê anîn û testên DNA bi lez û bez werin kirin. Atalan got, "Divê ev yek bi lez were kirin, cenaze radestî malbatan bên kirin û werin veşartin."