Hate ragihandin ku, li bejahiya Gundê Metmanîs ya navçeya Westana Wanê ev du hefteye tîmên tevgera taybet bi cilên gêrîlayan digerin û kemînan di danin.
Li gorî agahiyan, ev du hefteye li bejahiya gundikê Dereler ya gundê Metmanîs ya Westanê komek kontrayên tîmên tevgera taybet bi cilên gêrîlayan digerin. Gundiyekî ku ji ber ewlekariya canê xwe nexwest navê xwe bide aşkera kir ku, polîsên di demjimêrên rojê de bi cilên sivîl li nêzî gund digerin, di demjimêrên şev yên 02.00-04.00’an de jî bi cilên gêrîla li nav qirşikan kemînan didanin. Gundiyê mijara gotinê diyarkir ku, ji ber sedema faliyetên yekîneyên kontra gundî gelek bifikar û diltirsin.
Di vê navberê de hate ragihandin ku, li navenda navçeya Westanê di demjimêrên şevê de dewriyeyê polîsan û kontrol kirina nasnameyan zêde bûye. Dewriye bi wesayîtên zirxî tê kirin û kontrolkirina nasnameyan jî bikeyfî tê kirin.