Li navçeya Wêranşar a Rihayê wesayîta TIR û otomobîlek li hev ketin û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Rûdana trafîkê îro demjimêr di 06.00 li ser 50’emîn kîlometreya rêya bejahî ya Wêranşar û Rihayê pêk hat. TIR’a ji aliyê Talat A. ve dihat ajotin, li wesayîta ji aliyê Îdrîs Tûncay ve dihat ajotin xist.
Di encama rûdanê de Îdrîs Tûncay (22), Yûsûf Tûncay (60), Yusuf Demîrel (30), Semanûr Ozdemîr (6) û Ahmet Ozdemîr (30) jiyana xwe ji dest dan. Ajokarê wesayîta TIR’ê Talat A. jî bi sivîkahî birîndar bû.
Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan bi kotekî (zorê) ji wesayîtê haitn derxisitn û birin Nexweşxaneya Pewerde û Lêkolînê ya Rihayê. Lêpirsîna der barê rûdanê de didome.