Li Wêranşarê polîtîkayên taybet ên qurifandin û zextê tên meşandin

Li Wêranşarê, ji bo pêşî li îlana xwerêveberiyê were girtin û çalakiyên li dijî komkujiyan bên astengkirin, dewlet Tirk û AKP di asteke dijwar de polîtîkayên qurifandin û zextê dimeşînin.

Li Wêranşarê, ji bo pêşî li îlana xwerêveberiyê were girtin û çalakiyên li dijî komkujiyan bên astengkirin, dewlet Tirk û AKP di asteke dijwar de polîtîkayên qurifandin û zextê dimeşînin.

Yek ji cihên polîtîkayên zext, înkar û tinekirinê yên topyekûn li hemberî daxwaza xweseriya demokratîk û xwerêveberiya gelê Kurd lê tên meşandin, navçeya Riha Wêranşar e. Bi operasyonên qirkirina siyasî re desthilatdariya AKP'ê hewl dide pêşî li ragihandina xwerêveberiyê û çalakiyên li dijî komkujiyên li Kurdistanê bigire. Li navçeyê yek ji sê welatparêzan hatine girtin û li girtîgehê hatine bicihkirin.

'LI DIJÎ RIHAYÊ KONSEPTEKE TAYBET DI MERIYETÊ DE YE'

Hevserokê DBP'ê yê Wêranşarê Hoşnav Ata ev polîtîkayên qurifandin û zextê yên li Wêranşarê nirxand û anî ziman, ku li hemberî êrîşên li dijî gel û bajarên Kurdan Wêranşar timî li ser piyan e û piştgiriyê dide gelê xwe. Ata ragihand, ji ber vê yekê polîtîkayeke dijwar a qurifandin û zextê li gelê Wêranşarê tê kirin û destnîşan kir, ku bi girtina mirovan û qedexekirina çalakiyan re hewl tê dayîn dengê Wêranşarê bê birîn. Ata da zanîn, li Wêranşarê welatparêz bi taybetî jî ciwan bêhincet tên binçavkirin û girtin û anî ziman, ku dewlet Tirk û desthilatdariya AKP'ê li hemberî Rihayê konsepteke taybet dimeşîne.

'WÊRANŞAR NE DÛRÎ RAGIHANDINA XWERÊVEBERIYÊ YE'

Ata diyar kir, kolanên Wêranşarê bi maşînên zirxî dagirtî ye û got, "Leşker û polîsên dewleta Tirk li ku dera Wêranşarê bibînin du ciwan bi hev re digerin, yekser gaz û ava şid berdidin wan. Bi vî rengî hewl didin gel bitirsînin. Wêranşarî li hemberî vê xwe diparêzin. Bi taybetî li hemberî ragihandineke gengaz a xwerêveberiyê li Wêranşarê ev tê kirin. Wêranşar ne dûrî ragihandina xwerêveberiyê ye. Welatparêzî û asta rêxistinbûyî ya gelê Wêranşarê dizanin. Lewma bi zext û qedexeyan re hewl didin bibin asteng. Hêzên dewletê ji bo li Wêranşarê xweseriya demokratîk neyê ragihandin mirovan binçav dike, digire û polîtîkayên şîdet û qurifandinê dimeşîne."

'GELÊ RIHA Û WÊRANŞARÊ WÊ BI ROL Û MÎSYONA XWE RABE'

Hevseroka HDP'ê ya Wêranşarê Ayşe Surucu jî da xuyakirin, ku yek ji navendên polîtîkayên înkar, tinekirin û qurifandinê yên li hemberî gelê Kurd lê tên meşandin, Riha û bi taybetî jî navçeya Wêranşarê ye. Surucu got, "Bi vê yekê re dixwazin bajar li hemberî wehşet û hovîtiya li hemberî gelê Kurd tê kirin bêdeng bimîne û vê wehşetê qebûl bike. Bi tirsandina çavê gel, bi şerê psîkolojîk re hewl didin dengê gel bibirin. Li Wêranşarê mirovên di rê de derbas dibin jî tên binçavkirin û girtin. Armanca wan bêdengkirina Wêranşarê û ranegihandina xwerêveberiyê ye. Lê belê gelê Riha û Wêranşarê wê li hemberî şerê psîkolojîk û melisandinê, ti carî serê xwe xwar neke û bi rol û mîsyona jê tê xwestin rabe."

'GELÊ WÊRANŞARÊ WÊ TESLÎM NEBE'

Surucu diyar kir, li Wêranşarê hemû çalakî ji aliyê qeymeqamtiya navçeyê ve tê 'qedexekirin' û got, "Nahêle em mafê xwe yê demokratîk bi kar bîne. Bêguman gelê Wêranşarê wê li hemberî vê bêdeng nemîne. Wê li qadan be. Dema gelê me tê qetilkirin, divê ti kes ne li bendê be gelê Wêranşarê bêdeng be. Bi têkoşîn û berxwedana gelê me re wê jiyana rastî bê avakirin. Ev hêza Wêranşarê heye. Dema ev hêz hat nîşandan, hingî kes nikare xwe li ber bigire. Çi dikin bila bikin, çawa ku gelê Kurd teslîmî wan nabe, wê gelê Wêranşarê jî teslîmî wan nebin."

'DIBE KU WÊRANŞAR XWERÊVEBERIYÊ RAGIHÎNE'

Surucu destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî mafê rêvebirina xwe bi xwe ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê gelê Kurd jî mîna gelên din xwedî statu be. Ji bo vê jî çi fedekarî divê, hemû tê kirin. Gelê Kured wê bi hêza xwe, mafê xwe bi dest bixe. Bila kes ji vê gumana neke. Dibe ku li Wêranşarê jî xwerêveberî bê ragihandin. Ev hêza Wêranşarê heye."

...