Li Wanê serdegirtina malan

Li Wanê serdegirtina malan

Li navçya Artemêtana Wanê piştî teqîna 15 polîs lê birîndar bûyîn pêk hat, taxa Suphanê 2 rojan ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat dorpêçkirin. Polîsan bêy destûr di ser malan de girtin û lêgerîn pêk anîn.

Li navçeya Artemêrtana Wanê 14'yê Tîrmehê li nêzî gundê Bakacakê li polîgonuna perwerdehiya polîsan teqîn pêk hat û 15 polîs birîndar bûn. Piştî teqînê polîsan 2 rojin taxa Suphanê dorpêç kirin. Hat hînbûn ku di encama dorpêça 2 rojan de polîsan bi ser 200 malan de girtin bêy ku destûr hebe lêgerîn pêk anîn. Hat hînbûn ku polîsan di serdegirtinan de ji maliyan re gotine ew ji midûriyeta şêniyan û ji alîkariya civakî tên. Hat hînbûn ku di serdegirtinan de navên kesên li malan dijîn hatine qeytkirin û hat ragihandin ku heta niha tu kes nehatine binçavkirin.