Li Wanê qedexe hate dirêjkirin
Li Wanê qedexeya çalakî û aktivîteyan a demek dirêj lê dom dike, dîsa ji bo 15 rojan hate dirêjkirin.
Li Wanê qedexeya çalakî û aktivîteyan a demek dirêj lê dom dike, dîsa ji bo 15 rojan hate dirêjkirin.
Qedexeya çalakî û aktivîteyan a 21’ê Mijdara 2016’an bi hinceta Rewşa Awarte ya li Wanê hatibû îlankirin, 15 roj din hate dirêjkirin.
Bi biryara Walîtiya Wanê her cûre meş, xwepêşandan û civînên derve hatin qedexekirin.
Ji bo çalakiyên mîna daxuyaniya çapemenî, çalakiya rûniştin, kampanya îmze, belavkirina belavokan divê destûr bê xwestin û wisa bê kirin.