Xebatkarên şaredariyê operasyona li Wanê şermezar kir. Xebatkarên şaredariyê bi wesayîtên kar xwestin bikevin navenda bajêr lê rastî astengiya polîsan hatin.
Xebatkarên şaredariyên Wanê bi wesayîtên kar ên şaredariyê operasyona li hemberî şaredar, rêvebir û endamên şaredariyê şermezar kirin. Xebatkarên ku li xeraca Şaredariyê hatin ba hev wêneyê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya li pêşiya wesayîtan vekir û xwestin bi wesayîtan bikevin cadeya cumhuriyetê. Polîsan jî pêşiya wesayîtan girtin. Wesayîtên ku demeke dirêj rê ji hatin û çûnê re girtin li kolanan çalakî lidarxistin.