Polîsên AKP’ê li taxa Mîthatpaşa ya Wanê di demjimêrên şevê de malên welatiyên bi navê Haci Yakup Pala û Hasan Pala gulebaran kirin. Hate hînbûn ku di gulebaranê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Polîsan AKP’ê li taxên Îstasyon û Valî Mîthatpaşa yên Wanê şevê din di demjimêr 03.00'an de di ser gelek malan de girt. Polîsan li taxa Valî Mîthat Paşa mala welatiyên bi navê Haci Yakup Pala û Hasan Pala gulebaran kir û hate gotin ku ji welatiyên malê kesekî jiyana xwe ji dest da.
Navê welatiyê di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da nehate zanîn û li her du malan gelek qalikên guleyan hatin dîtin. Hate hînbûn ku, piştî gulebarana malan nîştecihên malan hatin binçavkirin.
Lêgerîna polîsan ya li taxa Îstasyonê bi dawî bû lê hêj ketin û derketina taxa Valî Mîthatpaşa ji aliyê polîsan ve tê girtin. Hate îdîakirin ku, di encama serdagirtina malan de polîsan li jina xist û gelek kes jî binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin yên navên wan hatin zanîn evin: Hamdî Pala, Huseyîn Pala, Îsmet Pala, Îsmaîl Pala, Demhat Pala, Velat Pala û Şemsettin Kurt.
Hate zanîn ku, serdagirtina taxan ji ber êrîşa şevê din di demjimêr 21.00'an de li ser riya bejayî ya Wan û Erdîşê ya li dijî wesayîta polîsan pêk hat, çêbû. Hate îdîakirin ku, di êrîşê de 2 polîs mirin û gelek ambûlans jî sewqî herêmê hatin kirin.