Li Wanê peyvên 'heval, serok, kesk, sor, zer' li muzîka Kurdî hatin 'qedexekirin'

Dewleta Tirk, stranên Kurdî yên di dawetan de komên muzîkê distirên, ji ber peyvên 'heval, serok, kesk, sor, zer' bi hinceta 'siyasî' ne, 'qedexe' kir. Stranbêjan jî gotin, "Em ê bi stranên xwe, li dijî vê zîhniyeta faşîst li ber xwe bidin."

Dewleta Tirk, stranên Kurdî yên di dawetan de komên muzîkê distirên, ji ber peyvên 'heval, serok, kesk, sor, zer' bi hinceta 'siyasî' ne, 'qedexe' kir. Stranbêjan jî gotin, "Em ê bi stranên xwe, li dijî vê zîhniyeta faşîst li ber xwe bidin."

Polîsên Tirk nivîseke Walîtiya Tirk nîşanî 300 komên muzîkê yên li dawetên li Wanê derdikevin ser dikê dan û gotin, "Ji niha û pê ve di stranên we de divê propaganda siyasî neyê kirin. Eger gotinên 'heval, serok, kesk, sor, zer' di stranan de derbas bibin, wê ev yek weke propganda rexistina terorê û alîkariya ji bo rêxistinê bê dîtin. Em ê wê çaxê dest deynin ser amûrên we û we binçav bikin."

'KURDÎ JI NÛ VE TÊ QEDEXEKIRIN'

Komên li Pasaja Wanê ya Nû karê muzîkê dikin, li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, bi van qedexeyan ve Tirkiye li dema beriya salên 1990'î vedigere.

Stranbêjan dan xuyakirin, ku yekane çavkaniya wan a debarê ji destê wan tê girtin û got, "Em li gorî daxwaza xwediyê dawetê û beşdaran distirên. Ew çi bixwaze, em neçar in wê bistirên. Ev qedexeya bi fermana Walîtî hat kirin, ji bo welatê me cihê şermê ye."

'EM Ê BI STRANÊN XWE LI DIJÎ ZÎHNIYETA FAŞÎST LI BER XWE BIDIN'

Muzîsyenan  diyar kirin, tevî hemû zext û zordariyê jî ew ê hunera xwe bidomînin, stranên gel dixwaze bistirên û gotin, "Em ê tevî gelê xwe bistirên. Em ê bi stranên xwe li dijî zîhniyeta ku Tirkiyeyê ji nû ve dixe nava rojên tarî, li ber xwe bidin."

...