Li Wanê muzeyeke ecêb!

Muzeya Ûrartû ya li Wanê hatiye çêkirin, dike nake venabe. Şêniyên Wanê nerazîbûnê nîşanî mîmariya muzeyê didin û dibêjin, 'li şûna muzeyê, dişibe febrîqeyekê.'

Li şûna Muzeya Wanê, ku di sal a1972'an de li navenda bajêr hat vekirin û du erdhejên mezin ên di sala 2011'an de xisar lê kirin, li bakurê qeleha Wanê Muzeya Ûrartû hat çêkirin. Tevî ku 5 sal di ser çêkirina muzeyê re derbas bûne, hê nehatiye vekirin.

DER BARÊ ÎNŞEATÊ DE LI KESÎ NEHAT GUHDARÎKIRIN

Di dema avakirina muzeya Wanê de li pisporên mijarê û rêxistinên civakî yên sivîl nehat guhdarîkirin. Ev projeya ji aliyê Midûriyeta Çandê ya bajêr û Walîtiya Wanê ve hatiye çêkirin, ji ber ku li rewş û xemla dîrokî ya Wanê nayê, mijara nîqaşan e. Pêşiya muzeyê bi temamî ji camê hatiye çêkirin. Vê yekê rê li ber nerazîbûna gel vekir.

Mîmarê hundirîn ê projeyê diyar kir ku Sûretê Keleha Wanê wê ji ber van caman bê dîtin û bi vî rengî Waliyê Wanê û Midûrê Çandê yê Bajêr îqna kir. Li ser vê yekê saziyên cemaweriyê destek dan projeyê. Ji bo çêkirina rûyê muzeyê bi trîlyonan pere hat xerckirin. Ev projeya bi hevkariya şîrketa cam û mîmarê hundirîn hat çêkirin, ji aliyê Waliyê Wanê ve hat erêkirin. Vê erêkirinê rê li ber fikar û gumanan vekir.

NAŞIBE MUZEYÊ, DIŞIBE FEBRÎQEYÊ

Aliyê paş ê vê muzeyê, weke cihên kar hatiye plankirin. Gelê Wanê nerazîbûnê nîşanî vê rewşê dide û dibêje, ji muzeyê wêdetir ev yek dişibe febrîqeyekê.

Serokê Van Çev-Der'ê Alî Kalçik jî diyar kir, ev avahî dişibe galeriya wesayîtan û got, "Ti eleqeya vê bi dîrokê, bi muzeyê re nîne. Ev qada sît û Keleha Wanê tê qetilkirin. Avahiyek ewçend sosret nabe. Ji vê avahiyê her tişt dikare bibe, lê muze jê dernakeve. Hebûna avahiyeke bi vî rengî ya sosret ne ya qebûlkirinê ye. Ev avahî bi kîjan mejî çêkirine? Muzeya heyî jî bi temamî li serdana mirovan hatiye girtin. Xuyaye hinek ji vê rewşê dixwe. Ji xwe li wî cihî muze nabe. Muze li navendê dibe. Derdora Keleha Wanê hatiye herimandin. Şaş e ku li wir ev avahî hatiye çêkirin. Ji her alî ve şaşitî hatiye kirin û hewl tê dayîn dîrok bê qetilkirin."