Li hemberî Boluga Piyade ya Binavê ya girêdayê 4'emîn Tabûra Sînorê ya li Navçeya Elbaka Wanê şeva din êrîşekî bi roket pêk hat.
Li hemberî Boluga Piyade ya Binavê ya girêdayê 4'emîn Tabûra Sînorê ya li Navçeya Elbaka Wanê ku li ser sînora Rojhilatê Kurdistanê ye, şeva din êrîşekî bi roketan pêk hat.
Li gorî agahiyên ku hatiye bidestxistin şeva din li hemberî qûleya nobedê êrîşekî bi roket û çekên lûle dirêj hate lidarxistin. Derbarê mirî û birîndaran de tu agahî bi dest neket. Hate zanîn ku piştî êrîşê li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.