Li Wanê li hember Komkujiya Pirsûsê nerazîbûn didomin

Nerazîbûnên li hember Komkujiya Pirsûsê zêde dibin. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê komkujî lanet kirin û banga hişyariyê li gel kirin.

Hevserokê HDP’a Wanê Veysî Dîlekçî: Ev li hember gelên me, li hember gelên Tirkiyeyê yên bi ruhê piştevaniya şoreşgerî li derdora Kobanê kom bûn peyama, ‘dest ji vê piştevaniyê berdin’ e. Em ê jî li hember vê piştevaniyê zêdetir bikin. Niha dema hê zêdetir piştevaniyê ye.

Serokê VADAY-DER Mugdat Mîrekoglu: Ev êrîşa hovanê di ti dîroka cîhanê heta di dema Hîtler de jî çênebûye. Ne di pergalên semawî ne yên beşerî de tiştek wiha nehatiye dîtin. A bi êş cîranên me yên piştgiriyê didin wan. Yekane armanca wan ev e ku Kurdan ji ser rûyê erdê rakin. Lê Kurdan hem di pergala semawî hem di ya beşerî de xwe dane qebûlkirin. Înşallah wê Kurd bi ser bikevin. Komkujiyên wiha nikare Kurdan bêzar bike. Em vê komkujiyê lanet dikin.

Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kaçlik: Ev sûcekî mirovatiyê ye. Ev hovîtiyeke. Bi zîhniyeteke ku kesên lîstîkan ji zarokan re dibin qetil dike re li heman erdnîgariyê jiyan şermeke. Alema Misilmanan ku li hember vê komkujiyê bêdeng dimîne cihê fikarê ye. Hikûmeta AKP’ê ya dem ali Filistînê zarokek dimire şîna neteweyî îlan dike di komkujiya duh de sê meymûnan dilîze.

Hevseroka DBP’a Wanê Hamiyet Şahîn: Komkujiyeke bi hevkariya AKP-DAIŞ mijara gotinê ye. Zîhniyeta berî niha li Amedê bombe teqand çi be ya ev kir ev heman tişt e. Em vê komkujiyê lanet dikin.  Pêwîst e tevayî mirovatî li hember vê hovîtiyê bikeve nav tevgerê û hişyar be.