Li Wanê li dijî polîsan êrîşa bi molotofan

Li Wanê li dijî polîsan êrîşa bi molotofan

Şevê din li Erek Konteynira li taxa Şabaniyeyê ya Wanê du kesan bi moltof kokteylan êrîşê polîsan kirin

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, saet di 01.15 de li Erek Konteynira li taxa Şabaniyeyê du kesan bi moltof kokteylan êrîşê polîsan kirin. Yek ji molotofan di kolanê de û ya din jî li ber konteynirê teqiya.

Hat ragihandin ku di bûyerê de tu kuştî an jî birîndar çênebûne û kesek ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.