Li Wanê di encama êrîşa li dijî cihê polîsan pêk hat de 2 polîs birîndar bûn û piştî bûyerê yek ji polîsên birîndar mir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer duh êvarê demjimêr di 21.30 de li Taxa Sîpanê qewimî. Di êrîşa çekdarî ya li dijî cihê kotrolê ya polîsan pêk hat de herî kêm du polîs birîndar bûn. Yek ji polîsên birîndar li nexweşxaneyê mir.
Piştî bûyerê li herêmê operasyon hat destpêkirin.