Endamên Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê girtina tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, 10 rêvebir û şaredarên BDP'yî şermezar kir û xwest ku demildest kesên hatin girtin serbest bên berdan.
Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê, bi armanca şermezarkirina tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya 10 rêvebir û şaredarên BDP'yî zîncîra mirovan pêk anîn. Girseya li Mavî Plazayê hatin cem hev heta Parka Feqiyê Teyran zîncîra mirovan pêk anîn û meş lidar xistin. Serokên sendîkayên girêdayî KESK'ê, Serokê Genel Îş'ê yê girêdayî DÎSK’ê Salîh Îpek, Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Omer Işik û gelek kes tevlî meşê bûn.
Di meşê de pankarta "Kesên li hemberî zilmê bê deng dimînin şeytanên lal in" vekirin û dirûşimên "Şaredar Bekîr rûmeta me ye" û "Şaredar Bekîr girtiye çend derve ne" hatin berzkirin. Li Kolana Cumhuriyetê piştî polîsan pêşiya girseyê girt rageşiyeke kin derket. Girseyê bertek nîşanî astengiyê da û slogana "Ji kedkaran re na ji çeteyan re barîkat" berz kirin. Piştî rageşiyê girse li ser peyrêyê meşiya.
Piştî zîncîra mirovan li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hate dayîn. Li ser navê girseyê Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê Mehmet Aydemîr daxuyanî xwend û diyar kir ku ji 14'ê nîsana 2009'an heta niha li hemberî kurdan operasyonên bi navê "KCK'ê" pêk tên û gelek siyasetmedar, rojnameger, sendîkevan û parêzvanên mafên mirovan hatin girtin. Aydemîr, anî ziman ku herî dawî li Wanê bi heman navî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, şardarên Qelqelî, Bêgirî, Elbak û Artemêtanê hatin binçavkirin û 10 kes hatin girtin.
Aydemîr, da zanîn ku operasyona li hemberî Şaredariya Wanê pêk hat gelek manîdar e û wiha got: "Wan di nav bajarên bibin Şaredariya Bajarê Mezin de ye. Piştî 2 erdhejan Şaredariya Wanê ji bo bajar bi ser xwe ve bê xebatên gelek girîng dikirin. Di pêvajoyeke wisa de operasyona li hemberî şaredariyê gelek manîdar e." Aydemîr, xwest ku Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û hevalên wî demildest serbest bên berdan.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.