Li Wanê hezaran 15’ê Tebaxê pîroz kir

Li Wanê hezaran 15’ê Tebaxê pîroz kir

28'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li taxa Xaçortê ya Wanê bi tevlîbûna hezaran bi meşa maşaleyî hat pîrozkirin.

28'emîn Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li taxa Xaçortê ya Wanê bi tevlîbûna hezaran bi meşa maşaleyî hat pîrozkirin. Girse li ber Navenda Çandê ya taxa Xaçortê kom bû. Beriya meş destpê bike ciwanên serê xwe bi puşiyê girtibûn, li cihê kombûnê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala HPG’ê hildan, bi dirûşman û bi nivîsa li ser dîwaran 15’ê tebaxê pîrozkirin.

Ciwana li ser kolana Orhan Dogan rê li trafîkê girtin û bi deqîqeyan kontrolkirina nasnameyan kirin. Welatiyên ku nasnamê wan dihat kontrolkirin, piştî dest bi riya xwe dikirin bi korneyan destek dan ciwanan. Piştî kontrolkirina nasnameyan girseyê meşaleyên xwe pêxistin û dest bi meşê kirin. Meş ji ber Navenda Çandê destpêkir û li ser kolana Orhan Dogan heta Qada Surmeliyê dewam kir. Girseya bi hezaran ku ket meşê di nav de Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Hevseroka rêxistina BDP’a Wanê Mîhrîban Şah, rêvberên BDP’ê, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî, Însiyatfîa Dayikên Aşîtiyê cihê xwe girtin.

Di meşê de pankarta “Em bi rihê pêngava 15’ê tebaxê berxwedana xweseriya demokratîk Şemzînan, Dihê, Çelê û Kurdîstana Rojava slav dikin” hate vekirin. Li gel pankart posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahsum Korkmaz, alên PKK û HPG hildan. Girseyê bê navber dirûşmên “Fermandar Egîd bê mirine”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gele gel li vire” berz kirin. Di meşê de bê navber fişekên hewayî hatin teqandin û li asîmanê taxa Xaçortê rengîn dikirin. Welatî û esnafên li ser kolanê jî bi çepika destek dan girseyê. Meş li Qada Surmeliyê bi dawî bû.

GUR: SERKEFTIN Û AZADIYÊ GELÊ ME NÊZE

Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur axivî û 15’ê tebaxê li wan pîroz kir. Gur diyar kir ku, ev çalekî riya gelê Kurd ronî dike û wiha got: “Gelê kurd ji bo azadiyê gavên dîrokî di avêje. Em ê her tim li pişta we bin. Îro dema govend û pîrozkirina meşa azadiyê ye. Êdî dê her gava me ji bo azadiyê bibe pêşveçûyînek dîrokî. Gelê me ku bi salen e bindeste, êdî qeyd û bendên xwe şikandine. Ev 30 sale li hemberî dijmênê xwînxwar berxwedan û serhildanek mezin pêk tîne. Serkeftin û azadiyê gelê me nêze.” Gur, bal kişand ser geşadan û berxwedana gelê rojava û got ew ji bo serkeftina wan gelê wir pîroz dikin. Di dema axaftina Gur ya Rojava de girseyê bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir û gelê Rojava pîroz kir.

Piştî axaftina Gur girse dawî li çalekiya xwe anî.